Amûdê.. Çekdarên nenas nivîsgeha PDK-Sê şewitandin
Mar 05 2024
Çekdarên nenas êrîşî nivîsgeha Partiya Demukrata Kurdistan - Sûriy li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.
Jêderek xwecihî taybet ji ARKê re ragihand, duh êvarê 4ê Sibata 2024an, çekdarên nenas êrîşî nivîsgeha Partiya Demukrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li bajarê Amûdê kirin.
Jêderê tekez kir ku çekdaran tevaya kelûpelên di nava nivîsgehê de şewitandin.
268
