ENKSê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

ENKSê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

Feb 26 2024

ji ber koça dawî ya xûşka Serok Barzanî Zekîye Mistefa Barzanî, şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê sersaxî jê re xwest.

Duh Yekşemê 25ê Sibatê li Pîr Mam li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şandeke ENKSê sersaxiya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya xûşka wî xatûn Zekîye Mistefa Barzanî kir.

Şanda ENKSê ji her yek ji cîgirê serokê ENKSê Silêman Oso, berdevkê ragihandina Encûmenê Fisel Yûsif, serokê Ofîsa Peywendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco, endamê ofîsê Ibrahîm Biro, û Fadî Mer`î pêk dihat, û hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Roja Înê, 23.02.2024an Xûşka Serok Barzanî, Zekiye Mistefa Barzanî koça dawiyê kir.



57