Efrîn .. 10 welatiyê kurd ji aliyê çekdaran ve hatine girtin

Efrîn .. 10 welatiyê kurd ji aliyê çekdaran ve hatine girtin

Feb 23 2024

Di dema dawiyê de girûpên çekdarên yên bi ser opozisyons Sûriyê ve hejmarek welatiyên kurd ku piraniya wan kesên bitemen û jin in li gund û navçeyên bi ser Efrînê ve girtin

Jêderên xwecihê ragihand ku roja Pênşema bûrî 16/2/2024 li gundê Axcilê yê bi ser navçeya Cindêrisê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 9 kes girtin, û ta niha 3ê ji wan hatinê serbestberdan.

Li gorî heman jêderê bi tometên dûr ji rastiyê ew welatiyên kurd ji aliyê çekdaran ve hatine girtin, ku hemû jî berya niha hatibûn girtin û hin ji wan bêhtirî carekê hatine girtin ji aliyê çekdaran ve.

Li gund û navçeyên bi ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê girûpên çekdar bi dehan welatiyê kurd di dema dawiyê de girtine û çarenivîsa wan ne diyar e.




54