Hesekê.. Droneke mêîsên Iraqê di nav kabloyên elektrîkê de asê ma

Hesekê.. Droneke mêîsên Iraqê di nav kabloyên elektrîkê de asê ma

Feb 21 2024

Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê droneke bomberêjkirî ya mêlîsên Iraqê yên ser bi Îranê ve ku dixwest bingeheke hêzên Hevpeyman bike armanc, di nav kabloyên elektrîkê de asê ma.

Îro 21.02.2024ê jêderek xwecihê li Hesekê ragehand, droneke bomberêjkirî li gundê Qemer Eldîn yê bi ser bajarokê Şedadê ve li gundewarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di nav kabloyên elektrîkê de asê maye.

Heman jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku ew dron ya mêlîsên Iraqê yên ser bi Îranê bû, û ji bo êrîşî bingeheke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bike berê xwe da herêmê û di nav kabloyên elektrîkê de asê maye.

47