Efrîn .. Hejmarek darên zeytûnan ji aliyê çekdaran ve hatine birîn

Efrîn .. Hejmarek darên zeytûnan ji aliyê çekdaran ve hatine birîn

Feb 21 2024

Li jêr kiryarên ne mirovî dermafê siruştê de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, diyardeya birîna darên zeytûnan yên welatiyên kurd ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam e, herî dawî bi dehan dar hatine birîn.

Jêderek taybet ji Efrînê ji ARKê re ragihand ku duh 20 Sibata 2024an bi fermana berpirsê "Nivîsgeha Abûrî" li jêr çekdarên Sultan Murad "Abû Telal Elgi`êdî" jimareyek darên zeytûnan li gundê Stêr li Efrînê hatin birîn.

Serbar kir ku Elgi`êdî di encama berdewamiya birîna daran derdora 50 ton êzing li pêşiya mala xwe kom kiriye daku bazirganiyê bê bike û bifroşe.

Li gorî rêxistinên û çalakvanan bêhtirî melyon û nîvek darên zeytîn û merxan ji Adara 2018 ve û ta niha ji aliyê girûpên çekdar ve li Efrînê û gund û navçeyên bi ser ve hatine birîn.

217