Hêzên Emerîkî di şandina karwanên leşkerî de bo Rojavayê Kurdistanê berdewam in

Hêzên Emerîkî di şandina karwanên leşkerî de bo Rojavayê Kurdistanê berdewam in

Feb 15 2024

Hevdemê zêdebûna asta armanckirina bingehên hêzên Emerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê,Emerîka hebûna xwe ya leşkerî li deverê bihêztir dike, herî dawî karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

jêdereke xwecihî ji deverê ragihand ku duh karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ku ji hejmarek barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat, di rêya dergehê Elwelîd yê hesînorî bi Herêma Kurdistanê re derbasî Rojavayê kurdistanê bû û li bingehên hevpeymaniyê li şedadê û Dêra Zorê bi cih bûn.

Herweha roja13ê Sibatê jî karwaneke Kevpeymaniyê ku ji 15 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li bingeha hevpeymaniyê li bajarokê Xirab Elcîr li gindewarê Rimêlan li Rojavayê Kurdistanê bi cih bû.

236