ENKSê û Itîlafa Sûrî tekezî li ser vegera koçberkirî û derbederan bo deverên xwe kirin

ENKSê û Itîlafa Sûrî tekezî li ser vegera koçberkirî û derbederan bo deverên xwe kirin

Feb 15 2024

Cîgirê Serokê Itîlafa Sûrî di civîna li gel ENKSê de tekezî li ser pêwîstiya peydakirina rewşên guncaw jib o vegera koçberkirî û derbederan bo ser zêdên xwe li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û deverên din kir.

Bazneya ragihandinê ya Itîlafa Niştîmanî ya Sûrî ragihand ku roja 13ê Sibatê Cîgirê Serokê Itîlafa Sûrî Ebdulhekîm Beşar civînek online li gel Serokatiya ENKSê û Peywendiyên Derve ya ENKSê re encam da, û têde Beşar behsa hewlên Itîlafê di pêkanîna ewlehî û aramiyê li tevaya deverên bin kontirola wê de, û bihêzkirina desthilata dadweriyê ji bo rawestandina tevaya kiryar û binpêkirinan li heman deveran.

Herweha amadebûyan tekezî li ser giringiya hevdîtinên bi vî rengî navbera ENKSê û Itîlafê de ji bo bihêzkirina pirensîpa hevkarî û hevpariyê di çareserkirina hemû pirsgirêkan kirin.

Di dawiyê de Cîgirê Serokê Itîlafa Sûrî Ebdulhekîm Beşar tekezî li ser rijdbûna Itîlafê li ser rabûna Hikûmeta Sûrî ya Demkî û dezgehên wê bi erkê xwe û bihêzkirina desthilata dadweriyê, û başkirina rewa abûrî û xizmetguzarî, serbarî peydakirina rewşên guncaw bo vegera koçberkirî û derbederan bo ser zêdên xwe li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û deverên din kir.






77