Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeke xwe ya leşkerî li Dêra Zorê encam da

Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeke xwe ya leşkerî li Dêra Zorê encam da

Feb 12 2024

Tevî berdewamiya armanckirina bigehên Emerîkî li Sûriyê ji aliyê mêlîsên bi ser îranê ve, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dewriyeke xwe ya leşkerî li gundawarê Dêra Zorê bi rê ve bir.

Medyaya Sûrî ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî îro Duşemê 12 Sibata 2024an dewriyeke xwe ya leşkerî ku ji 8 alavên leşkerî pêk dihat li bajarokê Elşihêl li rojhelatê Dêra Zorê encam da.

Herweha roja 13 Çileyê jî Hevpeymaniyê dewriyeke xwe ya leşkerî ku ji 7 alavên leşkerî pêk dihat ji bajarokê Elrewda li Gundewarê Dêra Zorê dest pê kir û berev kêlgeha Elomer ya petrolê ve çû.



58