ENKSê: revandina Talib Hesen Ibrahîm ji aliyê PYDê ve sermezar kir

ENKSê: revandina Talib Hesen Ibrahîm ji aliyê PYDê ve sermezar kir

Feb 11 2024

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, revandina berpirsekî xwe ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, di daxuyaniyekê de ragihand: Di çarçoveya zêdebûna rewşên revandinê ji aliyê PYDê ve roja Pênşemê 8 Sibata 2024an, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, Talib Hesen Ibrahîm endamê PDK-Sê û di heman demê de endamê Encûmena Xwecehî ya ENKSê ye li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo revand, û ta niha çarenivîsa wî ne diar e.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê rebandina Talib Hesen Ibrahîm û hemû kiryarên tirsandinê di dermafê welatiyan de yên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve têne encamdan şermezar kirin.

Di daxuyaniya xwe de, ENKSê banga serbestberdana endamê xwe û destberdan ji kiryarên li dijî mafên mirovan kir, û daxwaz ji rêxistinên mirovî û aliyên navdewletî yên peywendîdar kirin ku fişareke zêde li PYDê bikin ji bo rawestandina van binpêkirinan.



76