Diyardeya birîna daran li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e
Li jêr kiryarên ne mirovî derheqê siruştê de li Efrîna rojavayê kurdistanê, diyardeya birîna darên zeytûnan yên welatiyên kurd ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam e, herî dawî di sedan dar hatine ji kokê ve hatine birîn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundê Bêlê yê bi ser navçeya Bilbilî ve çekdarîn Elhemza 600 darên Qeresî birîn.
Rewangehê serbar kir ku heman çekdaran 18 darên zeytûnan li gundê Qijûma yê bi ser navçeya Cindêrisê, 35 darên li ser rêya navbera Kokebê û Tilifê li gundewarê Cindêrisê, û 46 dar ji li navçeya Şera û gundê Matîna li gundewarê Efrînê birîn.
Jêderên xwecihî tekez kirin ku çekdar bi armanca bazirganiyê, daran dibirin û radikin, nirxê yek ton darên zeytûnan digihêje 150 dolarî û darên mêrxan bi 100 dolarî tên firotin.
241
