di êrîşên Emerîkayê de li ser mêlîsên Îranê li Sûriyê, 23 mêlîs hatine kuştin

di êrîşên Emerîkayê de li ser mêlîsên Îranê li Sûriyê, 23 mêlîs hatine kuştin

Feb 04 2024

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di encama êrîşên Emerîkayê yê li ser bingehên milîsên Îranê li Sûriyê de, 23 mêlîs hatine kuştin û 27 bingeh jî hatine têkbirin.

Rewangehê behsa êrîşên Emerîkayê yên li ser girûpên çekdar li El-Bokemalê kir û got êrîş li ser bajarokên Bokemal, Meyadîn û hin bingehên nêzîkî sînorê Iraqê bûn ku 27 bingeh bi temamî hatin jinavbirin.

Herweha diyar kirk u bingehên hatine armanckirin, yên girûpên ser bi Îranê ve bûn ku çekdarên Iraqî û Sûrî jî di nav de hene. Lê nayê zanîn ku serkirdeyên wan girûpan di nava kuştiyan de heye.

58