Qamişlo... QSDê zarokeke 14 salî revand
Revandina zarokên biçûk li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê QSDê ve berdewam e, herî dawî zarokeke 14 salî li bajarê Qamişlo hate revandin.
Jêderek xwecihî ragihand ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bi ser QSDê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistan zaroka 14 salî ya bi navê Maya Izedîn şakir revand û ber cihekî nediyar ve birin,
Jêderê serbar kir û got ku malbata zaroka revandî seredana tevaya navendên bi ser PYDê ve kirin lêtevaya hewlên wan bê sûd bûn, û ta niha çarenivîsa keça wan nediyar e.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava QSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.
206
