
Penaberekî kurd li Siwêsrayê hat kuştin
ARK NEWS .. Penaberekî kurd xelkê bajarokê Girkê Selme yê devera Dêrika Rojavayê Kurdistanê li bajarê Lozan yê Siwêsrayê hat kuştin.
Jêdereke taybet ji ARKê re ragihand ku penaberê bi navê Diyar Ikaş îro roja Înê 23 Mjadrê 2018an demjimêr 10 û nîvê sibê li gulistaneke bajarê Lozan yê Siwêsrayê kuştî hat dîtin û ta niha lêkolîn derbarê wê yekê de berdewam in .
Jêderê amaje bi wê yekê kir ku eger heye Diyar ji ber guleyeke bê ser û ber jyana xwe ji dest dabe ji ber ku nakokî li kulistanê navbera du kesan de hatibû rûdan .
Diyar Ikaş 21 salî ye û beriya 13 salan berê xwe dabû Siwêsrayê û li wir rekeznameya Siwêsrî jî wergirtibû .
Ş.E
457