Bingeha Şedadê ya Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê hate armackirin

Bingeha Şedadê ya Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê hate armackirin

Jan 12 2024

Careke din bingeheke Hevpeymaniya Navdewletî li rojavayê kurdistanê ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hate armanckirin.

Jêderek xwecihî ji deverê ragihand ku roja Pênşemê mêlîsên bi ser Îranê ve bi jimareyek mûşek bingeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li bajarê Şedadê li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê armanc kir, bê ku ziyanên wê êrîşê ta niha werne naskirin.

Ji 17 Mijdara 2023an ve û ta niha 130 carî hêzên Emerîkî û yên Hevpemaniya Navewletî li Sûriyê û Iraqê ji aliyê mêlîsên Îranî ve hatine armanckirin.

Li seranserî Sûriyê 9 bingehên Emerîkî hene, yek li devera Eltenef li gundewarî Humsê ye, 2 li Dêra zorê ne û 6 jî li bajarê Hesekê ne.







212