Serok Barzanî li gel Mîrê Êzîdiyan civiya

Serok Barzanî li gel Mîrê Êzîdiyan civiya

Mar 11 2023

Roja şemiya 11ê Adara 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Şêx Elî Elyas Baba Şêx û Encûmena Ruhaniya Êzdiyan civiya.

Li vê civînê de Mîrê Êzdiyan bi kurtî li encama serdana xwe ya derveyê welat ji bo Serok Barzanî behs kir û pêzanînên xwe jî ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo azadkirina Şingalê û parastin û piştgirîkirina Kurdên Êzdî û pêkhatên din derbirî.

Her li vê civînê de tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste bi zûtirîn dem rêkeftinnameya Şingalê bê bi cîhkirin û astengiyên li ber vegerandina koçberan ya ji bo warên bab û bapîrên wan nemînin. Her di derbarê babeta Şingalê ve Serok Barzanî wê yekê xisterû ku bi hemû awayekê piştgîriya bi cîh kirina rêkeftina Şingalê dike û bi pêwîst jî zanî ew hêzên li derveyê yasane ji Şingalê derkevin û rewşa Şingalê bê asayî kirin û bidin destê xelkê resenê Şingalê. Serok Barzanî amadebûyên civînê ji wê yekê piştrast kir ku bi tu awayekê rê nadin xûşk û birayên Êzdî tûşî dilgiranî û îhmalkirinê bibin.

Baregeha Barzanî

284