Kurdistan tekezî li ser berdewamkirina danûstandinan dike

Kurdistan tekezî li ser berdewamkirina danûstandinan dike

May 17 2021

ARK NWS... Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Emerîkî kir ku ji her yek ji Joy Hod alîkarê Wezîrê Derve yê Rojhilata Nêzîk bi rêkarî, Êmî Kurtona alîkara Şandeya Taybetî Emerîka yê Sûriye bi rêkarî, Zehra Bêl, Birêvebera Karûbarê Iraq û Sûriyê di Encûmena Asayîşa Neteweyî û Skot Sêmons ji Fermandeyê Navendî ya Emerîkî pêkhatibûn kir.

Di civînê de ku Rob Waler Konsolê Giştî yê Emerîka li Hewlêr amade bû, tê de peywendiyên navbera Kurdistanê û Emerîkayê de, û hejmarek mijar û babetên cîhanî, Kurdistanî û Îraqî herewha metirsiya DAIŞê û hin mijarên din gotûbêj kirin.

Li ser asta Rojavayê Kurdistanê, û danûstandinên kurdî kurdî navbera ENKSê û PYNKê de, li gorî malpera fermî ya serokatiya herêma Kurdistanê ragihandiye: Şanda Emerîkî tekez kiriye ku Emerîka di rûbirûbûna terorê û piştgîriya Hevpeymanên xwê yên li navçeyê yên ji bo rûbirûbûna DAÎŞ berdewam dibe, herwiha danûstandinên navbera aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdostanê bi girîng dane zanîn û hêvî xwestin ku bikarin kêşeyên xwe çareser bikin û bigihin rêkeftinekê .

Her di vê derbarê de, heman şandê civînek bi serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re li dar xist. Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Îraq û Sûriyê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Emerîkayê de kir.

Li gorî rûpela fermi ya serokê hikûmetê ku şanda Emerîkî tekez li ser berdewamiya hevkarîkirina hêzên pêşmerge bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞ û girîngiya ektîfkirina hemahengiya hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de kir. Li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewambûna diyalog û danûstandinên navbera aliyê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir da ku pêşdebirina azadiya karên siyasî, piralîbûn û hevbeşîkirin di desthilatê de cî bi cî bibe.

Ş.E


406