Du derbiderên Efrînê ji ber teqîna mayînekê şehîd bûn

Du derbiderên Efrînê ji ber teqîna mayînekê şehîd bûn

Jan 02 2020

ARK NEWS .. Îro, roja Pêncşemê, 2ê Çileya 2020î, li Herêma Şehbayê, ya li derdora Helebê, mayînek teqiya, di encamê de du derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, şehîd bûn.

Li gor şopandin û agahiyên ARKê: Her yek ji Kanîwar Elûş û Semîr Elûş, di encama teqîna mayînekê li gundê Babnis yê ser bi Ehdas ve, li derdora Helebê, şehîd bûn.

Jêderan dane zanîn ku, herdu qurbanî xelkê gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê ne, û ji yek malbatê ne.

Ji ber êrîşa Turkiyê û girûpên çekdar li ser Efrînê, bi dehê hezaran ji şêniyên resen yên Kurd, dest ji mal û milkên xwe berdan, û li derdora Helebê bûne derbider.

Ş. E

506