Pizîşkekî Sûrî di zindanên Esed di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest da

Pizîşkekî Sûrî di zindanên Esed di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest da

Jul 22 2019

ARK NEWS .. Piştî 5 salan ji binçavkirinê di zindanên rêjîma Esed de, pizîşkekî Sûrî dibin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Rewangeha Sûrî ya mafê Mirovan duh 21ê Tîrmeha 2019an ragihand, ku pizîşkekî Sûrî piştî 5 salan ji revandin û binçavkirinê, û ji ber lêdan û eşkencedanê, jiyana xwe ji dest da.

Rewangeha Sûrî ameje pê kir ku pizîşkê Sûrî xelkê parêzgeha Der'ayê ye bê ku navê wî eşkere bike .

Ji bilî wî di 15 Tîrmehê de welatiyekî xelkê bajarokê Elcîze yê Der'ayê, bi heman şêweyê jiyana xwe ji dest dabû.

Ş.E

449