Hesekê.. Ji ber buhabûna cil û bergên nû welatî berê xwe didin yên "Bale"
Ji ber bilindbûna nerxan û kêmbûna derfetên kar, welatiyên Hesekê li Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin kirîna cil û bergên Ewropî (bale).
Jêderên ragihandinê daye zanîn: "Daketina leyreya Sûrî jî beramberî dolarê Emerîkî, bandoreke nerênî li tevaya movikên jiyanê kiriye û barên welatiyan girantir kiriye".
Weke berawirdî, nerxên hin cil û bergên nû û yên bale weha ne:
Çakêtên nû bi 450 hezar LS ne û yê bale bi 100 hezarî ne.
Bilûzên nû (kenze) 175 hezar û yê bale 35 hezar.
Panteronê nû bi 150 hezarî ye û yê bale bi 50 hezarî ye.
Zivistanê derbas dibe û daxwaz li ser cil û bergên germ zêde dibe, û hevdemê rewşa abûrî ya xerab, barê malbatên kêmdahat her girantir dibe.
366
