Di sala bûrî de.. 2317 kes li Sûriyê bûne qurbaniya girtina neçarî

Di sala bûrî de.. 2317 kes li Sûriyê bûne qurbaniya girtina neçarî

Jan 02 2024

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan got ku wê di sala 2023yan de, 2317 rewşên girtina neçarî, tomar kirine.

Li gor raporta Tora Sûrî, ji wê hejmarê 1923 kes bûne windabûyên neçarî.

Û daye zanîn ku 1063 li ser destê Rêjîma Sûrî hatine girtin, û 641 li ser destê QSDê.

Herweha 365 kes li ser destê girûpên çekdar û 248 li ser destê çekdarên “Tehrîr Elşam”.

Tora Sûrî di raporta xwe de gotiye ku doza girtî û windabûyan ji giringtirîn dozên mafnasî ye, ku ta niha tu pêşketin tê de nehatiye encam dan.

Û Daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî kir ji bo şopandina bicîkirina biryarên jimare 2042, 2043 û 2139.

132