HRW: Rêjîma Sûriyê çekên qedexekirî li Idlibê bikar aniye
Rêxistineke Navdewletî eşkere kir ku Rêjîma Sûriyê bi awayekî berfireh çekên qedexekirî li bakurê rojavayê Sûriyê bikar aniye.
Human Rights Watch (HRW) di raporteke xwe de ragihand Rêjîma Sûriyê roja 6ê Cotmeha 2023yan de bajarokê Tirmanînê yê li bakurê Idlibê bi bombeyên goşeyî bombebaran kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 9 kes jî brîndar bûn.
Rêxistina navhatî serbar kir û got ku ev êrîş beşek ji operasiyona leşkerî ya Rêjîma Esed û Rûsiyayê bo ser bakurê rojavayê Sûriyê bû ku Rîjîm û Rûsiya di navbera 5 – 27ê Cotmeha bûrî de dest bi operasiyoneke leşkerî ya mezin li seranserî Idlib û rojavayê Helebê kiribû ku tê de zêdetr ji 2300 cih hatin armanckirin.
Diyar kir jî ku di encama wê operasiyonê de zêdetr ji 70 kesî ku 14 jin û 27 zarok di nav wane hebûn hatin kuştin, 338 kes brîndar bûn û 120 hezar kes jî derbeder bûn.
Di vê derbarê de Adem Kuxil cîgirê rêvebera Rojhelata Navîn di HRW de got: “bikaranîna bombeyên goşeyî ji aliyê Rîjîma Esed ve tirajîdya van çekan û bandorên wan yên wêranker nîşan dide.”
Û got jî: “di nava vê bombebarana berdewam de, zarokên Idlibê careke din dibin qurbaniyên kiryarên leşkerî yên hovane û neyasayî”.
210
