Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyanîyek jibo Banêşikeftê derxist
Îro(14.4.2019), Emîndariya Giştî ya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) daxuyaniyek derbarê girtin û rewşa ku li Devera Dêrikê û Gundê Banêşikeftê rûdayî belav kir.
ENKSê di daxuyaniya Emîndariya xwe de , dibêje, giropek çekdar yê PYDê bihemî navên xwe ve roja çarşemî (10.4.2019) , biser gundê Banêşikeftê li Devera Dêrikê de girtin û xelkê gund wê şevê di tirsê de hiştin , û herwiha 4ji endamên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya girtin .
Di daxuyaniya Emîndariyê de hatiye, ku çekdarên PYDê her yek ji (Besam 'Ebdulqadir , Sîpan Mihemed Ehmed 'Umer , Nurî Yosif Xencer û Reşîd Mihtac 'Umer ) girtin û heta niha jî girtî ne û herwiha ciwanekî din bi navê (Mêvan 'Ebdulla Keleş) jî girtin û çend parçeyên çekên taybet yên xelkê gund desteserkirin û bidarê zorî û çekê xelkê gund tirsand.
Herwiha bang li hijmarek endamên Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriya li Devera Dêrikê kirin û piştî ku gotnên nexweş û tometên xiyanetê derheqê wan û serkirdayetiya Encûmana Niştîmanî Kurdî de gotin ew serbest berdan.
Emîndariya ENKSê dibêje, em wek Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê kiryarên wiha derheqê welatiyên kurd de û tayibetî jî derheqê kadiroyên Encûmanê de şermezar dikin û daxwazê ji Civaka Navdewletî û Rêxistnên bervaniyê diber mafên mirov de dikin û Partiyên Kurdistanî ku fişarê li ser PYD bikin çarenvîsa girtiyan eşkere bike û mîna van kiryaran xizmeta dujminên kurdan dike û her wiha kiryarên wiha çi carî ji xebata me kêm nake û emê jibo mafên netewey yên kurdan li Kurdistana Sûriyê bixebitin û berdewam bin li ser xebata xwe.
691
