Dîdevan: Em kêfxweş in bi biryara girtinê û hêviya hilweşandina Rêjîma Esed dikin

Nov 15 2023

Dadgerên lêpirsînê li Ferensa biryara girtinê bi serokê Rêjîmê Beşar Elesed û birayê wî Mahir Elesed û du fermanderên artêşa Rêjîma Sûrî, bi tumeta bikaranîna çekên kêmawî li dijî sivîlan li bajarê DÛma û Xûta Rojhilatî ku di encamê de zldetirî 1000 kesî hatine kuştin, derxist.

Lêpirsîn derbarê dozê de, di Adara 2021ê de hat vekirin, li ser giliyê ku ji aliyê Navenda Sûriyê ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê (SCM) û qurbaniyên Sûrî ve, li ser bingeha gotinên kesên ji êrîşên Tebaxa 2013an rizgar bûne û ji aliyê Arşîfa Sûrî, Destpêşxiriya Dadwerî ya Civaka Vekirî û Rêxistina Berevanên di ber Mafên Sivîl de, ku wek aliyên sivîl tev lê lêpirsînê bûne, herwiha endamên Komebenda Qurbaniyên Çekên Kîmyayî (AVCW) piştgirî kirin.

Enes Elxolî Rojnamevan û Endamê birêvebir di Kombenda Qurbaniyên Çekên Kêmawî de me yê ku li Ferensa dijî û dîdevan e di doseya kêmawî de li dadgeha Ferensî li Parîsê ji ARK re ragihand: Îro dadgerên lêpirsînê li dadgehê biryara girtinê bi serokê Rêjîmê Beşar Elesed û birayê wî Mahir Elesed, Emîd Xesan Ebas birêvebirê şaxê 450 û Emîd Besam Elhesen birêvebirê karûbarên peywendiyan di navbera Koşka Komarî û Navenda Lêkolînên Zanistî de, derxist, em wek qurbaniyên çekên kêmawî, dîdevan di vê doseyê de û wek Sûrî em hemû bi vê biryarê kêfxweş in, em hêvî dikin ku Rêjîma Sûrî hilweşe û li Sûriya azad bijîn.

Ev biryar, piştî lêkolîna ku ji aliyê dadgerên lêkolînê yên Frensî li ser herdu êrîşên çekên kîmawî di Tebaxa 2013an de hatiye kirin, tê.



308