Domîz.. Penaberekî Rojavayê Kurdistanê banga pêşkêşkirina alîkariyê bo çareserîkirina nexweşiya xwe dike
Penaberê Kurd ê ji R.Kurdistanê, Siyamend Nûredîn Mihemed, ku bi nexweşiya Teselub Liwyhî ketiye, daxwaz ji rêxistinên navdewletî, mirovî û yên xêrxwazî ku alîkariyê pêşkêşî wî û malbata wî bikin.
Siyamend Nûredîn Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji Arkê re ragihand ku ew ji sala 2013an ve tûşî nexweşiya Teselub Liwyhî bûye û niha li kampa Domîz a penaberan li R. Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dimîne.
Derbarê nexweşiya xwe de Siyamend got ku ji ber wê nexweşiyê, seqet bûye û pêwîstiyên wî yên taybet hene got ku ne li Şamê, ne jî Hewlêr û ne li Dihokê te derman peyda nekir û tu sûd wernegirt.
Serbar kir ku nema karê têçûna dermankirin û dermanan dabîn bike.
Siyamend amaje bi wê yekê jî kir, ku pizîşkan hebûna dermanan li welatên Ewropayê piştrast kirine, loma ez bi rêya kanala ARK û Radyoya Rêbaz re daxwaz ji hemû rêxistinên navdewletî, mirovî û xêrxwazî dikim ku bi armanca dermankirinê alîkariyê pêşkêş bikin.
Siyamend Nûredîn Mihemed penaberekî ji R. Kurdistanê, di sala 1989an de, li gundê Hacî Harûn yê bajarê Dêrikê li R. Kurdistanê, ji dayik bûye.
225
