7 kesên din li Sûriyê bi vîrusa KoronayêK ketin

7 kesên din li Sûriyê bi vîrusa KoronayêK ketin

Jun 14 2020

ARK NEWS.. Wezareta Tenduristiyê ya Rêjîma Sûriyê pêketina 7 kesên din bi vîrusa Koronayê nû COVID-19 ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Rêjîma Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, 7 kes li bajarokê Ras Miera yê li derdora Şamê bi vîrusa Koronayê ketin û ji ber wê jî, ew bajarok bi temamî hat kerentînekirin.

Duhî jî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê pêketina 6 kesên din bi Koronayê li gundewarê Şamê ragihandibû.

Bi vî awayî, hejmara kesên li navçeyên di destê rêjîma Sûriyê de bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 177 kesan, ji wan jî 6 kesan canê xwe jidest dane.

308