Efrîn .. Erebên di malên Kurdan de bi cih bûne ne razîne ji malên Kurdan derkevin

Efrîn .. Erebên di malên Kurdan de bi cih bûne ne razîne ji malên Kurdan derkevin

Jul 28 2018

Derbiderên Ereb yên li gor rêkeftinên welatên bihêz ji deverên xwe li Xûteya Rojhilat û Hims û Idlibê li gund û navçeyên Efrînê bi cih bûne xwepêşandanek ne razîbûnê li navçeya Mabeta ya Efrînê lidarxist û beşdaran xwestin ji malên Kurdan dernekevin.

Piştî ku hikûmeta Turkiyê û berpirsên wan li Efrînê û Encûmenên Xwecihî biryar da derbiderên Efrînê yên li şûna Kurdan de bi cih bûne û bi taybet dema Kurd vedgerin malên xwe malan bi cih dihêlin û derdikevin nexasim li navçeya Mabeta ku biryara bicihhiştina 50 malan hatiye der derbederên Ereb li Mabeta ne razîbûna xwe dane xuyakirin û ne xwestin ji malên Kurdan derkevin.

Roja înê 27/7/\2018an derbiderên Ereb yên li malên Kurdan de li navçeya Mabeta bi cih bûne xwepêşandanek li dijî biryara bichiştina wan ji malên Kurdan de û çûna wan nav kampan de lidarxist.

Li gor agahî û zaniyariyan ku kesên di xwepêşandanê de beşdar bûne xelkê Xûteya Rojhilat ya şama paytexta Sûriyê û xelkê Himsê û hin deverên din bûn û dirûşim û siloganên wan ew bû ku ew dernakevin û çend caran ewê werin derxistin.

Ji dema ku şer li Efrînê sist û lawaz bûye malbatên Kurd yên Efrînê hewildan ji deverên derbideriyê derkevin û vegerin malên xwe lê ew yek ji aliyê her yek ji artêşa Turkiyê û girûpên çekdar û çekdarên PYDê û milîsyên Nibil û Zehrayê rêgirî ji wan re hate kirin û li hember wê derfet ji xelkê Ereb re hate vekirin da ku di cihên Kurdan de bi cihûmal bibin û beşek biçûk di nav kampan de man lewma naxwazin ji malan derkevin û di kampan de bijîn .

895