Xebata Mihemed Elî Xoce yek ji damezrînerên yekem partî li Sûriyê

Xebata Mihemed Elî Xoce yek ji damezrînerên yekem partî li Sûriyê

Feb 09 2022

ARK NEWS... Îro 56 sal li ser koçbarkirina xebatkar Mihemed Elî Xoca re derbas bûn.

Xebatkar Mihemed Elî Xoca ji navçeya Mabata ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye jidayîkbûyê sala 1916an e.

Xebatkar Xoca yek ji damezrînerên yekem Paratiya siyasî kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Partiya Demqrata Kurdistan
- Sûriya bû. Karê mamostiyê li bajarê Heleb û piştre li herêma Cizîrê dikir.

Ji ber astengiyan berê xwe da herêma Kurdistanê, tevlî hêzên Pêşmerge bû, û bû fermandar li Zaxo, 500 Pêşmerge di bin destê wî de bû. Di şoreşa Barzanî de bajarê Zaxo bi fermandariya wî rizgar bû.

Yek ji endamê komeleya Xuybûn bû, dema vegeriya Sûriyê, ji ber kar û xebata xwe ya siyasî rastî gelek astangiyan ji aliyê rêjîma Basa Sûriyê ve hat, û gelek caran hat zindankirin û rastî tevaya curên eşkenceyê hat, û bi sedema eşkenceyê xebatkar Mihimd Elî Xoca rastî nexweşiyê hat û bi kefalet hat serbestberdan.

Piştî çar mehan ji rûbrûbuna nexweşiyê re di 09. 02. 1965an de çû ber dilovaniya xwedê û koça dawî kir.

Ş.E

233