Di kêmtirî du demijmêran de .. du caran bingeha Konîko ya Emerîkî li Dêra zorê hate armanckirin

Di kêmtirî du demijmêran de .. du caran bingeha Konîko ya Emerîkî li Dêra zorê hate armanckirin

Jan 10 2024

Mêlîsên ser bi Îranê ve di armanckirina bingehên leşkerî yên Emerîkî li Sûriyê u Iraqê berdewam in, herî dawî du êrîş li pey hev li ser bingeheke Emerîkî li gundewarê Dêra zorê hatin encamdan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir ku duh û di heyama kêmtirî du demijmêran de mêlîsên bi ser Îranê ve bi dironan du caran êrîşî bingeha leşkerî ya Emerîkî li kêlgeha Konîko ya xazê li gundewarê Dêra zorê kirin.

Rewangehê serbar kir ku bi van êrîşên nû hejmara giştî ya êrîşên mîlîsên Îranî li dijî bingehên Emerîkî li Sûriyê dighêje 84 êrîşan ji wê hejmarî 19 caran êrîşî kêlgeha Konîko li gundewarê Dêra zorê hatiye kirin.

293