Li daristanên Bulgariya termê ciwaneke bajarê Kobanî hat dîtin

Li daristanên Bulgariya termê ciwaneke bajarê Kobanî hat dîtin

Dec 24 2023

Piştî ku xwişk û birayek ji bajarê Kobanî yê R. Kurdistanê di nav daristanên Bulgaristanê da wenida bûn, termê keçekê hat dîtin, û çarenivîsa xort jî ne diyar e.

Jêderên xwecihî ji bajarê Kobanî ragihandin ku piştî qutbûna peywendiyê di nav daristanên Bulgaristanê û xwşk birayê wenda yê da, termê ciwana bi navê “Yasmîn Hac Îsmaîl” xelkê gundê “Boraz” a ser bi bajarê Kobanî li R. Kurdistanaê, de hat dîtin.

Malbata ciwanê bi navê Mehmûd Hac Îsmaîl û keça bi navê Yasmîn Hac Îsmaîl bi rêya torên civakî daxwaz ji xelkê kirin, yên ku zaniyarî li cem hene derbarê çarenivîsa wan eşkere bikin, û bi rêya hejmara (00963938508509788) pêwendî bi wan re bikin.

Tê zanîn ku bi sedan kesên ji R. Kurdistanê di rêyên qaçaxçiyê de ber bi Ewropayê ve di çin winda bûne û çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e.

83