Efrîn .. 150 darên zeytûnan ji kokê ve hatine birîn

Efrîn .. 150 darên zeytûnan ji kokê ve hatine birîn

Dec 12 2023

Li Efrîna rojavayê kurdistanê binpêkirinên komên çekdar yên bi ser Opozisyona Sûriyê ve û derbederên ereb derheqê kurdan û siruştê de berdewam in, herî dawî bi dehan darên biber hatine birîn.

Jêderek xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku li gundê Sêmala yê bi ser navçeya Raço ve ya bin kontirola girûpa Feyleq Elşam de 150 darên biber ji kok ve hatine birîn.

Jêderê tekez kir ku proseyên bIrîna daran li Efrînê ji aliyê komên çekdar û derbederên ereb ve armanc jê ewe daran bikne êzink û piştire bifroşin ku nirxê yek ton darên zeytûnan dighêje 150 Dolarî , û yên merxan bi 100 Dolarê Emerîkî ye.

Li gorî rêxistinên ku li ser belgekirina binpêkirinan li Efrînê kar dikin bêhtir ji melyon û nîvek dar ji Adara 2018 ve û ta niha hatine birîn.





101