ENKSê: PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijd e

ENKSê: PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijd e

Jul 01 2022

ARK NEWS... Îro 1ê Tîrmeha 2022yan, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir, tê de banga serbestberdana Hemîd Îdê û hemû girtî û revandiyan kir û got ku PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijd e.

ENKSê di daxuyaniya xwe de weha gotiye: Hevdemê ku welatiyên kurd di rewşeke abûrî û ewlekarî xerab re derbas dibin, rêveberiya PYDê di astengkirina jiyanê, di rêya kiryarên tirsandin, ji revandin û geflêkirinê de, berdewam e, da ku welatî di rewşeke nearam û neseqamgîr de bijîn.

ENKSê da zanîn: Di 12 meha Hizêrana bûrî de Hemîd Merwan Îdê, endamê partiya Yekîtî Kurdistanî -Sûriya, li bajarê Amûdê, rastî berdana guleyan û hewla kuştinê hat piştre hat revandin û otombêla wî hat desteserkirin, tevî bangên serbestberdanê hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e, ku ev kiryar û binpêkirin jî di demekê de tên, ji ber siyaseta PYDê şêniyên deverê ji encama rewşa abûrî ya têkçûyî, dinalin.

ENKSê, kiryarên PYDê bi tundî şermezar kirin, û banga diyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê û hemû girtiyan kir.

Di dawiya daxuyaniyêa xwe de ENKSê bang li aliyê Emerîkî, kir ku, bi erk û berpirsiyaretiya xwe rabe, fişarekê li rêveberiya PYDê û QSDê bike da ku dest ji van kiryaran berdin û êdî her kesekî ku ne hevnerîn be bi PYDê neyên girtin û revandin.

Ş.E

382