Fêsel Yûsif: Emîndariya Giştî ya ENKSê nûnerên hemû navçeyan li xwe digire
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, roja Çarşemê li bajarê Qamişlo civîna xwe li dar xist û nûnerine nû ji hemû navçeyan bo Emîndariya Giştî hatin hilbijartin.
Fêsel Yûsif berdevkê fermî yê ENKSê di lêdwaneke taybet de bo ARKê got: "Civîn li ser qonaxa derbasbûyî rawestiya, herweha seredana Desteya Serokatiya ENKSê bo Herêma Kurdistanê û dîtina Serok Barzanî".
Serbarî civînên din yên li Herêma Kurdistanê hatî lidarxistin bi taybet civîna li gel balyozê Rûsî û rûniştinên Bereya Aştî û Azadî.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê amaje kir: "Nivîsgeh û desteyên piştî kongirê hatî çêkirin temam bûn, û pêşniyarên partiyan ku 33 xal li xwe digirtin hatin xwendin".
Da zanîn ku di civînê de endamine nû yên Emîndariya Giştî “ji hemû navçeyan”hatine hilbijartin û tu navçe bêpar neman.
Fêsel Yûsif got jî: "Civîn li ser rewşa siyasî û helwêsta ENKSê derbarê Sûriyayeke demoqrat nenavendî li gor biryara navdewletî 2254, rawestiya".
Herweha çawaniya bihêzkirina rola Encûmenê di Desteya Danustandkar û Itîlafa Niştîmanî de, û pêkanîna lihevkirinên di navbera ENKS û Itîlafê de, hatine gotûbêjkirin.
Di dawiyê de berdevkê fermî yê ENKSê got: "Nivîsgehên hatî çêkirin dê civînên xwe bikin. Çawa ku Civaka Navdewletî Encûmena Niştîmanî ya Kurdî weke nûnerê miletê Kurd dibîne, ENKSê dê tim nûnerê rasteqîne yê miletê xwe û daxwazên wî beÎ.
268
