Danîmark bi niyaz e jineke ducanî vegerîne Sûriyê
May 23 2022
ARK NEWS... Jêderan dane zanîn ku jiyana jineke kurd ya penaber di metirsiyê de ye, ji ber ku welatê ku tê de dijî bi niyaz e vegerîne Sûriyê.
Jêderên xwecihî dane zanîn ku jina bi navê Meryem Ebdulkerîm dê ji Danîmarkê ji bo Sûriyê were vegerandin, tevî ku ji sala 2015an ve, li Danîmarkê dijî û malbata wê nasnameyên niştecîbûnê (Îqame) bi dest xistine, lê ew ji wergirtina nasnameyê bêpar e.
Li gorî zanyariyan ku Meryem xelka bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, li Şamê mezin bûye, xêzandar e û ducanî ye, temenê wê 20 sal in. Li ser rûpela xwe banga destêwerdanê dike da ku Danîmark ji biryara xwe vegere.
Ş.E
337
