Efrîn .. Hûrguliyên şerê navbera Turkiyê û rêjîmê de
ARK NEWS .. Bo yekem car piştî kontirolkirina artêşa Turkiyê û girûpên çekdar ji gundên Başûr Rojhilatê Efrînê, şer û pevçûn navbera xalên leşkerî yên turkiyê û rêjîma sûriyê de rûda .
Li gor jêdereke taybet nêzîk ji bûyerê ji ARKê re ragihand ku duh 28/11/2018 şer û pevçûn navbera artêşa Turkiyê û girûpên çekdar de li aliyekî û artêşa rêjîmê li gundên çiyayê Lîlon û devera Şêrawa li Başûr Rojhilatê Efrînê rûda û şer û pevçûn ta danê sibê derdora demjimêr çar berdewam kir .
Jêderê tekez kir ku çekdarên rêjîma Esed dest bi êrîşan kirin piştre artêşa Turkiyê li gundên Efrînê yên hevsînor navbera turkiyê û rêjîmê li nêzîk herdu bajarokên şî'î Nubil û Zehrayê ew êrîş red kirin û ta niha sedemên rûdana wî şerî û ziyan nehatine xuyakrin.
Li gor şopandina dezgeha ARKê ku ew pevçûn yekem şer navbera turkiyê û rêjîma Esed de li wan gundan rûdide, ku di dema şerê Efrînê de 12 gundên Efrînê di bin destê rêjîmê de man û turkiyê tu hewil ji bo kontrolkirina wan gundên hevsînor bi herdu bajarokên Nubil û Zehrayê re nekir .
Artêşa turkiyê di 18 meha Adara 2018an navenda bajarê Efrînê kontrol kir ango piştî 58 rojan ji şer û pevçûnan navbera Turkiyê û çekdarên PYDê, û piştre bi şeş rojan ango di roja 64 hikûmeta Turkiyê bi fermî kontrolkirina Efrînê ragihand, lê hîn 12 gundên Efrînê yên li çiyayê Lêlon û Şêrawa yên Efrînê dibin destê rêjîmê de man.
Li gor çalakvanên Efrînê ew yek ji bo parastina herdu bajarokên Nubil û Zehrayê yên şî'î ne û ew yek bi perçebûnekê bi nav dikin.
Ş.E
813
