Dr. Ebdulhekîm Beşar semînareke siyasî li Kesnszan pêşkêş kir
Nov 24 2018
ARK NEWS .. Rêxistna Hewlêrê ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya li devera Kesnezan ya li Hewlêrê semînareke rêxistinî siyasî ji kadir û endamên xwe re birêkxistin kir .
Semînar ji aliyê diktor Ebdulhekîm Beşar Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya û berpirsê rêxistna PDKSê li Hewlêrê bi beşdariya her yek ji diktor Ehmed Melek û fêsel Naso Endamên Komîteya Navendî ya PDKSê hat pêşkêşkirin .
Di semînarê de rewşa Kurdistana Sûriyê bi taybetî û Sûriyê bi giştî û çareserkirina kirîza Sûryê û mafê kurdan di destûra sûriyê ya nû de hatin şirovekirin û gotûbêjkirin .
Bo Latînî : Ş.E
485
