Du koçberên ji Rojavayê Kurdistanê wenda bûne
Di rêya koçberiyê de berev welatên Ewropî, 2 koçberên Kurd yên ji Rojavayê Kurdistanê wenda bûne û çarenivîsa wan ta neha ne diyar e, çavên kesûkarên wan jî li benda zaniyariyekê ne.
Her yek ji Arif Tacdo Tahir û Mihemed Izedîn Tahir, ku xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ne, beriya çend rojan bi armanca ku xwe bighînin welatên Ewropî, Ji Turkiyê derketine û di rê de pêwendî bi wan re hatiye birîn.
Izedîn Tahir bavê ciwanê bi navê Mihemed, behsa hûrguliyan kir û got: "Di 16ê Mijdarê de kurê min û birayê min Arif ji Turkiyê berev Ewropa derketin, lê ew di daristanên Sirbiya de asê man".
Serbar kir: "Li gor dawîn zaniyariyên ne tekezkirî ku bi dest me ketine, ew ji aliyê polîsên Sirbiya ve hatine girtin. Em ditirsn ku radestî Bilxariya yan jî Turkiya hatibin kirin".
Izedîn Tahir, bav û birayê windabûyan bang li rêxistinên xêrxwazî û yên mirovî kir, ji bo eşkerekirina çarenvîsa wan û her kesekî ku zaniyariyekê li ser wan bizane dikare bi vê hejmarê re (00963942238029) biaxive.
Ji ber rewşên ewlehî û jiyanê yên zehmet, pêla koçberiyê berdewam e, rojane bi dehan ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin welatên Ewropî, di rê de jî rastî hemû coreyên metirsiyan tên û hin jî jiyana xwe ji dest didin.
113