Kum Spî : Rêjîm dixwaze Xan Şêxûnê ji nexşeya Sûriyê rake

Kum Spî : Rêjîm dixwaze Xan Şêxûnê ji nexşeya Sûriyê rake

Jul 22 2019

ARK NEWS .. Rêjîma Esed û Rûsiya di armanckirina deverên li Bakurê Sûriyê, bi taybetî bajarê Idilbê û gundewarê wê de berdewam e, ku di encamê de rojane qurbanî navbera kuştî, û birîndar dikevin . Serbarî rûdana ziyanên madî mezin li deverê .

Mustefa Hac Yûsif rêvebrê Rêxistina Berevaniya Sivîl ku bi Kum Spî têne naskirin li Idilbê di 21ê Tîrmeha 2019an ragihand : Ji ber berdewamiya armanckirina navendên tendirustî , dibistan , nexweşxane û mizgefên li bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idilbê ji aliyê rêjîma Esed, û balafrên şer yên Rûsî ve, piraniya wan navendan hatine rûxandin û ji kar ketine .

Navbûrî serbar kir û got : Niha rêjîma Esed bi piştevaniya hevalbendên xwe, hewla nehiştina bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idilbê ji nexşeya Sûriyê dike. Ji ber vê mebestê rêjîm roj bi roj êrîşên xwe li ser Idilb, û gundewarê wê gurtir dike, û sivîlan bi awayekî raste rast dike armanc .

Bo latînî : Ş.E

395