Dermansazekî kurd rastî bûyerekê hat û koça dawî kir

Dermansazekî kurd rastî bûyerekê hat û koça dawî kir

Jun 06 2022

ARK NEWS... Li Elmaniya, dermansazekî kurd, duh rastî bûyereke hatûçûnê hat, piştî ku ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin, îro sibehê 6ê Hizêrana 2022yan koça dawî kir.

Dermansazê kurd yê bi navê Ridwan Nasir Elî Derwîş, dema ji karê xwe vedigerî mala xwe, rastî rûdanekê hat, di encamê de bi tundî birîndar bû.

Jêderkê ji gundê Keferzîtê ji ARKê re da zanîn îro li yek ji nexweşxaneyên Elmaniyayê, ji ber birînên xwe çû ber dilovaniya Xwedê.

Dermansazê kurd, ji şêniyên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, gundê Keferzîtê yê navçeya Cindirêsê ye, ji çenda salan ve penaberî Elmaniyayê bûye, li wir karê xwe.

Niha jî dest bi rêkarên radestkirin û bixakspartinê dibin, hîn ne diyar li kû derê dê were veşartin.

Ş.E

192