Careke din jinên Qamişlo xwepêşandan li dar xist

Careke din jinên Qamişlo xwepêşandan li dar xist

Oct 25 2023

Li Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi dehên jinan careke din di heyama 48 demjimêran de, xwepêşandan li dijî xirabûna rewşa xizmetguzarî li dar xist.

Îro 25ê Cotmeha 2023yan, bi dehên jinan ji ber biîrîna elektrîkê li ser bajêr ji hayama 20 rojan ve xwepêşandanek li dar xist, daxwaza başkirina rewşê ji rêveberiya PYDê kir.

Di werzê havînê de, kirîza elektîkê gihişt asta herî bilin, zldetirî 20 demjimêran li ser bajêr dihate birîn û piştî bombebarankirina Turkiyê ji jêrxanyan re li R. Kurdistanê, kirîz aloztir bû.

Li Qamişlo hevdemê rewşa aborî ya xirab û ji ber kirîzên berdewam di hemû warên jiyana rojana de, gazinên welatiyan zêdetir bûne lê tu çareserî ji wan re nahtiye dîtin.

215