1200 ji derbiderên Efrînê li jêr navê milîsên ŞÎYÎ wê di şerê Idlibê de beşdar bin
ARK NEWS .. Bi nêzîkbûna şerê Idlibê û amadekariyên her yek ji rêjîm û opozisyona Sûriyê ji wî şerî re nûçeya beşdariya derbiderên Kurd yên di nav kampên derdora Helebê bi neçarî ji aliyê çekdarên YPGê ve di wî şerî de hatiye belavkirin .
Çalakvanan li ser tora civakî ragihandine ku hijmarek mezin ji derbiderên Efrînê yên di nav kampan de ji bo şerê Idlibê hatine destnîşankirin.
Ku di 4/8/2018 de Tebaxê de ango beriya Deh rojan Azad Usman endamê Encûmena Xwecihî ya navenda Efrînê di lêdwaneke taybet ji bo ARKê re ragihandibû ku berpirsên YPGê 1200 ji Kurdên Efrînê bi neçarî tevlî girûpek ŞîYî kirine û nasname dane wan da ku bi navê girûpên ŞîYî şer bikin.
Usman herwiha di wê demê de dabû diyarkirin ku tê gûmankirin ku 1200 Kurdên Efrînê di şerê Idlibê de beşdar bibin .
Tevî ew nûçe di wê demê de ne hatibû tekez kirin lê bi belavbûna ragihandina beşdariya derbiderên Efrînê di şerê Idlibê hatiye çespandin ku berpirsên PYDê yên reviyane dixwazin xwînên Kurd di şerê bajarê Idlibê yê erebî wek Reqayê û Minbic û Dêrezaûrê û Til Rifet de bidin şehîdkirin.
Herwiha beriya çend rojan QSDê hijamrek ji çekdarên xwe ji bo Helebê şandibûn ku ew jî li gor çavdêran ji bo şerê Idlibê hatine şandin .
Li aliyekî din çekdarên opozisyona Sûriyê 35 hezar li jêr navê çekdarên artêşa Niştîmanî ji bo şerê Idlibê amadekirine hevdemê wê yekê ku tang û top zirîpoş û otombêlên leşkerî yên rêjîma Sûriyê li derdora Idlibê cihê xwe girtine.
Ş.E
629
