Mesrûr Barzanî 2 milyar dînar ji ziyandîtiyên Duhokê re terxan kirin

Mesrûr Barzanî 2 milyar dînar ji ziyandîtiyên Duhokê re terxan kirin

Mar 19 2020

ARK NEWS... Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 19ê Adara 2020î, biryar da ku 2 milyar dînarê Iraqî ji bo ziyandîtiyên lehiya parêzgeha Duhokê xerc bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser rûpela xwe ya fermî li fêsbûkê ragihand: "Îro me biryar da ku 2 miliyar dînar weke hevkarî bo zirarmendên lehiya Duhok û Zaxoyê were serifkirin".

Ji ber barîna baranek bihêz li Herêma Kurdistanê nexasim li Duhokê lehî rabû, di encamê de welatiyekî Duhokê jiyana xwe ji dest da, û bi sedan mal li Duhokê, Zaxo û Sêmêlê rastî ziyanê hatin.

Ş.E

486