Turkiyê piroseyên armanckirinê bi dironan li R. Kurdistanê gurtir kirine

Turkiyê piroseyên armanckirinê bi dironan li R. Kurdistanê gurtir kirine

Nov 25 2023

Di berdewamiya piroseya armanckirina berpirsiyarên QSDê de li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dironên Turkî ve, berpirsiyarekî serbazî yê ser bi QSDê ve hate kuştin û alîkarê wî birîndar bû.

Navenda ragehandinê ya Encûmena Minbicê ya leşkerî ku bi ser QSDê ve ye, di daxuyaniyekê de got: “Dironeke Turkî otombêleke sivîl li gundê Elbuxaz li gundewarê Minbicê armanc kir, û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatine veguhastin”.

Ji aliyê xwe ve jêderên taybet ji ARKê re ragehand ku ew otombêla li gundewarê rojavayê Kobanê ji aliyê dironeke Turkî ve hatî armanckirin, leşkerî ye û bi ser QSDê ve ye .

Weke jêderên taybet daye zanîn: “Di encama bombebarankê de, Mihemed Horan ku berpirsiyarekî leşkerî di Encûmena leşkerî ya Minbcê de ye, hatiye kuştin û alîkarê wî jî brîndar bûye”.

Û Serbar kir ku “Mihemed Horan ji xelkê gundê Qûmlix yê bi ser Kobanê ve ye”.

Malperên xwecihî û çalakvanan, wêneya otombêleke leşkerî ku li ser rêya bajarê Amûdê û Hesekê ji aliyê dironeke Turkî ve hatibû armanckirin belav kirin.

Li gor jêderên, di encamê de kesekî bi navê Ciwan Silêman Mihemed ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da û Munîr 'Ebd Faris û hevjîna xwe Ronak Silêman Mihemed brîndar bûne.

Piştî dawîn operasiyona esmanî ya Turkî li ser Rojavayê Kurdistanê, Turkiyê piroseya armanckirinê di rêya dironan re li deverên di bin kontirola QSD û PYDê de gurtir kiriye û di encamê de hejmarek kesan canên xwe ji dest dane:

100