EFRÎN .. Zincîra binpêkirinan berdewam e .

EFRÎN .. Zincîra binpêkirinan berdewam e .

Mar 03 2019

ARK NEWS .. Bi tenê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê tawnbar û sitemkar bi serbestî û azadî dijîn û ji ber sitemdar tawan û sitemkariya tawanbaran eşkere dike careke din tê revandin .

Piştî zêdertir ji mehekê ji serbestberdana pizîşkê kurd yê bi navê Ednan Bistan Kurdî careke din girûpên çekdar ew pizîşk revend û ji bo zindanên xwe bir .

Li gor jêderên xwecihî di 1/3/2019 ragihandine ku polîsên leşkerî pizîşkê navbûrî li Herêma Efrînê revand ji ber ku çekdarekî gilî li ser rakirbû ew jî bi sedema eşkerekirina pizîşk Ednan Bistan Kurdî ji çawaniya revandin û eşkerekirina lêdan û eşkenceya xwe di rêya perçevîdoyekê re di dema revandina xwe ya berê belav kiribû .

Ji aliyê xwe ve jêderên ser bi opozisyona Sûriyê ve da zanîn ku Ebû Elez yê ser bi Feyleq Elşam giliyek li dijî pizîşk Ednan Bistan Kurdî û ciwanê bi navê Mistefa Mistefa vekirbû ji ber Mistefa Mistefa perçe vîdyoya ku tê de pizîşk Ednan Bistan diaxve û behsa çiwaniya revandina Ebû Elez di 16/1/2019 jê re belav kiribû lewma Ebû Elez soza sizadanê da û soza xwe bicih anî .

Jêderan herwiha bal kişand ser ku polîsên leşkerî dema girtiye ser mala pizîşk Ednan Bistan Kurdî telefona wî û ya hevjîna wî jî birin herwiha beriya wê bi du rojan Mistefa Mistefa jî ji mal revandibû .

Tevî çespandina tewanê ser çekdarê bi navê Ebû Elez ku 16/1/2019 de Ednan Bistan Kurdî revandibû û eşkence dabû û fermandariya Feyleq Elşam soza sizadanê dabû Ebû Elez lê ew yek bi berovajî li ser erdê hate wergêrandin ku Ebû Elez bi serbestî û azadî û bê dadgeh û siza xwe rizgar kir û li hember de û pizîşk careke din hate revandin da ku sizaya xwe bibîne ji ber ku tawanên Ebû Elez li ser torên civakî eşkere kiriye .

Pizîşk Ednan Bistan Kurdî yê ji gundê Bilîlko yê Raco ye di 27/1/2019 perçevîdiyo û wêneyên xwe piştî rastî lêdan û eşkenceyê hatibû belav kiribû tê de diyar dibe ku bi şêweyekî ne mirovî hatiye lêdan û eşkence dan û dibêje ku Ebû Elez û çekdarên Feyleq Elşam ew revandine .

Li aliyekî din li gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê û her di berdewamiya binpêkirinên Feyleq Elşam girûpên çekdar pere û telefonên her yek ji Mihemed Mistefa Dawûd , Nûrî Hiso , Xalid Hiso birin .

Ji ber ku dawî bi zincîra kiryarên nemrovî li Efrînê nehat êdî mile û rîspiyên ereb yên di nav wan girûpan de ji bêdengiya xwe derdikevin û peyva rastiyê dikin li kombûnekê de melayekî Ereb girûpên çekdar rezîl û reşwe dike û dibêje ku pirensîp û rewşa şoreşê ne bidiziya kûz, zeyt û zeytûnan e û ne bi rawestandina li ser rêbendane û sitandina pereyan û desteserkirina ser gundan û dizî û kontrolkirina mal û milkên welatiyan e .

Li gund û navçe û taxên bajêr rojana kiryar û binpêkirinên nemirovî derheqê welatiyên kurd têne nivîsandin û tomarkirin ew kurdên yên xak û malên xwe bernedan û razînebûn xaka xwe ji biyan re berdin herdem bi hêvî û omîd in ku rewş aram bibe û aştî û aramî vegere Efrînê .

Ş.E

630