Rewangeh: PYDê sûtemeniyê dişîne deverên bin kontirola opozisyona Sûriyê de

Rewangeh: PYDê sûtemeniyê dişîne deverên bin kontirola opozisyona Sûriyê de

Mar 07 2024

Hevdemê hebûna kirrîza sûtemeniyê li navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê, rêveberiya PYDê di firotin û şandina sûtemeniyê bo navçeyên di bin kontirola Rêjîma Esed û opozisyona Sûriyê de berdewam e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh Çarşemê 6ê Adarê ragihand ku rêveberiya PYDê di şandina sûtemeniyê de bo deverên bin kontirola opozisyons Sûriyê de berdewam e.

Tekez kir ku barhilgirên barkirî bi nif û petrolê ji deverên bin kontirola PYDê berê xwe da navçeyên bi kontirola girûpên çekdar yên bin kontirola opozisyona Sûriyê de, ewjî di rêya dergehê Um Elcilûd re li bakurê rojavayê Minbicê.

Şandina sûtemeniyê di çarçûveya berdewamiya sûtemeniyê mîna mazot û benzînê li deverên di bin kontirola PYDê de tê.






138