Bi fermana serok Barzanî.. 9 sal in, hêzên Pêşmerge ber bi Kobanê ve bi rê ketin
Beriya 9 salan, di 28ê Cotmeha 2014an de û bi fermanekê ji serok Mes'ûd Barzanî, ku di wê demê de serokê Herêma Kurdistanê bû, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ber bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi rê ketin ew jî bi mebesta berevaniyê di ber bajêr de û rûbirûbûna terorîrstîn DAIŞê de bikin.
Piştî pejrandina piraniya endamên perlemana Kurdistanê ji bo şandina hêzekê ji pêşmerge ji bo Kobanê, serok Mes'ûd Barzanî karîbû hêzên pêşmerge bi çek û teqemeniyên xwe di rêya Turkiyê nexasim Bakur Kurdistanê re bişîne Kobanê û hêzên pêşmerge yên destnîşankirî ji Herêma Kurdistanê bi rê ketin piştî sê rojan di 31ê Cotmehê de gihiştin Kobanê, û beşdarî di şerê dûrxistin û derxistna rêxistna DAIŞê ya terorîst kir ku ta niha ew rêxistin weke mezintrîn û metirstirîn rêxistin di cîhanê de ye.
Di dema hêzên pêşmerge gihiştine Bakurê Kurdistanê bi bilindkirna ala Kurdistanê, kurdên bakur bi gul û çîçekan pêşwazî li pêşmergeyan kir, heman hest û helwêst li cem şêniyên Kobanê jî bûn û pêşwaziyên germ li wan kir û kêfxweşiya xwe bi hatina wê hêzê anîn ziman.
Hêzên Pêşmerge bi hevparî bi hevpaeymaniya navdewletî û hêzên xwecihî re piştî rûbirûbûnek tund û dijwar karîbûn bajarê Kobanê û gundên wê di 27 Çileya 2015an ji destê terorê rizgar bikin, pişt re hêzên Pêşmerge careke din vegeriya başûrê Kurdistanê.
Çûna hêzên pêşmerge ji Herêma Kurdistanê ji bo Kobanê û hawarhatina êş û karesata wê û di rêya xaka Turkiyê re rojeke spî bi tîpên zêrîn di dîrokî de ye, hêzên pêşmerge bi hêzên beşdar re karîbûn destanên bêhampa li dijî rêxistina DAIŞê tomar kirin û gundên ku bi temamî hatibûn dagîrkirin û taxên ji 100 rêjeya 90 dagîrkirî bû derxînin û navê xwe di dîroka kurdî tomar bikin û biçespînin, Ta niha ew roj wek şanaziyekê ye li ba her kurdekî û li çar perçê Kurdistanê û kurd pê serbilind û serafraz in Ku herêma Kurdistanê xemxwarê her doz û doseyekê û li hersê perçeyên din yên Kurdistanê ye her çi bi destan derkeve dike û pêşkêş dike.
162
