El Mûelim banga bicîkirina Rêkeftina Adana dike
ARK NEWS .. Hevdemê rijdbûna Turkiyê ji pêkanîna operasyoneke leşkerî li beşê din yê Rojavayê Kurdistanê, ku êdî bi Rojhilata Ferêt tê naskirin, êdî dengên piştevan jê re di pêwîstiya rûbirûbûna ku nav lê dikin terorîstan li ser sînorê xwe, bilind dibin.
Duh roja Çarşemê 2ê Cotmeha 2019an, Wezîrê Derve yê rêjîma Sûriyê Welîd El Mûelim tekezî li ser rijdbûna rêjîma Sûriyê li ser jinavbirina terorîstan kir.
El mûelim di çarçoveya hevdîtinekê bi kenala Meyadîn ragihand ku, divê Turkiyê navbera bibe welatekî cîran, yan bibe welatekî dujmin û neyar hilbijêre, eger bixwaze bibe welatekî cîran, rêkeftina Adana heye, ku ewlekariya sînorê herdu welatan diparêze, herwiha tekez jî kir ku , hin bingehên başbûna cîrantiyê hene, eger Turkiyê pê pabend bû, divê di destpêkê de niyaza xwe ya pak derxîne, û hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, û piştevaniya xwe ji çekdaran re rawestîne.
Navbûrî bal kişand ser mijara vegerandina penaberên Sûriyê û got, eger Erdoxan dixwaze penaberan vegerîne Sûriyê, divê bi hemahengî bi rêjîmê re be, da ku vegera wan bibe gerantiyek ji selametiya wan re, ne wek ew dibêje bi karê guhertina nijadperestî, û demoxrafî rabe, ji ber ku ew yek ne li gorî yasayên navdewletî ye .
Derbarê Kurdan, Wezîrê Derve yê rêjîma Sûriyê Welîd El Mûelim anî ziman ku, Kurd hemû ne QSDê ne, lê belê welatiyên Sûrî ne, li ser wê yekê danûstandin bi wan re tê kirin, lê kesê bi Emerîkiyan re hevkar be, û li dijî berjewendiya welatê xwe raweste, ew ne welatiyekî baş e, û divê were sizedan. El mûelim da diyarkirin jî, hemû xaka ku QSDê destê xwe daniya ser, divê vegere ji rêjîma Sûriyê re, û bila QSDê pişta xwe bi zosên Emerîka germ nekin .
Li aliyekî din berdefkê bi navê Kerimlêna Rûsî di heman roja daxuyaniyên Welîd El Mûlim de eşkere kir ku, Turkiyê xwedî mafekî yasayî ye di parastina xaka xwe ji terorîstan.
Derbarê rewş û gefên pêkanîna operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê, Dîmêtrî Bîskof tekez kir ku, Rûsiya ji nêzîk ve rewşê dişopîne û amaje kir ku, Serokê Rûsiyê Feladîmîr Potîn gelek caran gotiye ku, ji mafê yasayî yê Turkiyê ye, xaka xwe ji terorîstan biparêze .
Daxuyniyên El Mûlim di bicîkirina rêkeftina Adana ya ku 1998an, hatibû îmezkirin, ku mafê dide Turkiyê di rûbirûbûna PKKê li ser sînorî Turkiyê û Rojavayê Kurdistanê bike, û piştevaniya Rûsiyê ji Turkiyê re di heman demê de tên ku gefên Turkiyê ji êrîşkirina herêmên Kurdî bi buhaneya PKKê û PYDê metirsiyê li ser ewlekariya wê çê dike, li dar in, û Herêma Aram ya ku biryar e were damezrandin hîn jî kar li ser tên kirin û derancamên bicîanîna wê herêmê ne zelal û eşkere ne .
Ş.E
531
