Emerîka vedikşe, QSDê şermezar dike, û Îran çareyekê pişniyar dike
ARK NEWS .. Di hevdemê amdekariyên Turkiyê ji encamdana operasyoneke leşkerî, Îro danê sibê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji xalên xwe ji herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyên yên Rojavayê Kurdistanê vekişyan .
Vekişana Hêzên Navdewlatî ji aliyê ragihandina PYDê ve hate tekezkirin û ew nûçe piştrast kir .
Di vê derbarê de Hêzên Sûriya Demoqratîk vekişana Hêzên Navdewletî şermezar kir û di daxuyaniyekê de got ku Hêzên Navdewletî ji Herêmên sînorî yên navbera Rojavayê Kurdistanê û Turkiyê vekişiyan û operasyona leşkerî dê bandoreke neyênî xerap li ser şerê DAIŞa teror bike .
QSDê herwiha da zanîn ku Hêzên Emerîkî soza pabendiyên xwe bi cî neanîn û hêzên xwe vekişandin û Turkiyê amdekariyan ji pêkanîna operasyona leşkerî dike .
Li aliyekî din berpirsekî Emerîkî bê ku nav were eşkerekirin ji ajansa Roytirz re da xuyakirin ku ew piştevaniya QSDê nakin .
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewd Zerîf ragihand ku rêkarên Turkiyê li dijî sînor û serweriya Sûriyê nagihîne armancên xwe û tekezî li ser amedebûna welatê xwe ji dîtina çareseriyan navbera herdu welatan de kir .
Zerîf di rûniştinekê de li Perlema welatê xwe de ameje kir ku Tehran amedeye bi Şamê re pirsgirêkan li gor yasayên navdewletî çare bike serbar jî kir ku wan ji Turkiyê û Sûriyê re tekez kiriye ku ewlehiya welatan di rêya serweriya û yekrêziya Sûriyê re dibe û tu carî ewlehiya Turkiyê di rêya armanckirina yekrêziya serweriya Sûriyê re cî bi cî nabe
Navbûrî pişniyarek li ser Turkiyê pêşkêş kir da ku bi operasyona leşkerî ranebe ew jî belavkirina çekdarên artêşa Sûriyê li ser dirêjahiya sînorê Rojavayê Kurdistanê bi Turkiyê re .
Tevî helwêstên cuda cuda lê her aliyek rijdbûna Turkiyê ji cibicîkirina sozên xwe ber çav digirin û êdî zengilên şer lêdikevin û metirsî li ser çarenivîsa doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê têne afirandin .
Ş.E
299