Yekem şîroveya Emerîkî derbarî roxandina Leyreya Sûrî.. û Mercên vegera Penaberan bo N.Aram

Yekem şîroveya Emerîkî derbarî roxandina Leyreya Sûrî.. û Mercên vegera Penaberan bo N.Aram

Sep 10 2019

Alîkarê Wezîrê Derveya Emerîka bo karubarên Rojhilata Navîn û şandeyê taybet bo Sûriyê, egera vegera Penaberên Sûriyê bo navçeya aram a biryar e li Rojhilatê Çemê Feratê were avakirin, da xuyakirin.

Duh roja duşemê Ciwêl Rayborn li Istenbolê di lêdwanakê de bi medyayên Sûrî re ragihand, ku lihevkirinê hatîn encamdan navbera Emerîka û Turkiyê de derbarî Rojhilatê çemê feratê " rêkeftineke ewlehî ye" armanca wê parastina herdu aliyên sînor e, û got ku vegera penaberan bo navçeyên destnîşan kirî bi tenê ji bo xelkê wan navçeya ye û bi awayekî xwebexş e.

Derbarî istratîciyeta Emerîka beramberî Rijêma Esed, Rayborn got ku Waşinton tekeziyê li ser giringiya aliyê Aborî û Siyasî dike da Rijêma Esed û hevalbendên wê neçarî rûniştinê li ser mêza danustandinan li Cinêvê bike Serbarî cîbicîkirina biryara navdewletî 2254.

Herweha Ciwêl Rayborn amaje bi karkirina Emerîka li ser ziwakirina jêderên dahatiyên Rijêma Esed û hevalbendên wê bi riya sizayên abûrî, da û got ku Hilweşandina leyra Sûrî tê re derbas dibe ji derencamên wan sizaya ye, û got ku ew pêşbîn dike nirxê 1 Dolarê Emerîkî 700 leyrê Sûrî derbas bike.
Derbarê rewşa bajarê Idlibê û piroseyên leşkerî Rûsî li ser, Berpirsyarê Emerîkî got ku baweriya wan bi sînaryoya Rûsî ya armanckirina Teroristan nayê taybet ku piraniya wan êrîşan jêrxaneyan armanc dikin.

N.H


679