Balafirên Turkiyê 2 otombêl li Rojavayê Kurdistanê armanc kirin

Balafirên Turkiyê 2 otombêl li Rojavayê Kurdistanê armanc kirin

Nov 22 2023

Rojnamevanên kurd, dane zanîn ku îro 22 Mijdara 2023yan, balafireke bêbalafirvan otombêlek li bajarokê Til Marûf yê gundewarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê, armanc kir.

Rojnamevanên ku ew nûçe belav kirine, tekez kirin ku qurbanî jî hene, bê ku nasname yan hejmara wan diyar bikin.

Vê sibehê jî otombêlek li bajarokê Rimêlan ji aliyê heman balafiran ve hat armanckirin, tê de qurbanî navbera kuştî û birîndar de ketin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan, di nûçeyeke xwe de da zanîn ku 99 car in balafirên Turkiyê, êrîş ji destpêka sala 2023yan li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin destê Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê de encam dane.


91