Qamişlo.. Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşwazî li şandeke desteya serokatiya ENKSê kir
Nov 21 2023
Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya , pêşwaziya şandeke Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li nivîsgeha xwe li taxa Rojavayî ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Şanda Serokatiya ENKSê ji Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî Nemet Daûd û endamên desteya serokatiyê Zehra Ehmed û Fêsel Yûsif pêk dihat.
Û ji aliyê Dr. Lezgîn Fexrî, Endamê Polîtbîroya PDK-S, Nafih Ebdule, Salih Omer û Mihemed Salih Şelal Endamên Komîta Navendî ya Partî ve hate pêşwazî kirin.
Her du aliyan pêşhateyên dawî yên Encûmenê, pêşxistin û aktîvkirina wê û rewşa siyasî ya Sûriyê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
224
